Li Efrînê kalemêrek hate revandin

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kalemêrek ji gundê Elemdar ê navçeya Recoyê revandiye.

Li Efrînê kalemêrek hate revandin
27 ÇILE, 2024   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 23`yê Çileyê kalemêr Elî Omer (71) ku bi navê Ebû Reşîd tê naskirin li gundê Elemdar ê navçeya Recoyê revand.

Li gorî rêxistinê çeteyan ew biriye baregeha xwe ya li Recoyê.

Her wiha rêxistinê diyar kir ku endezyar Remzî Hec Reşîd ê ji heman gundi ji destpêka Çileya 2022`yan ve ji aliyê “polîsên leşkerî” ve hatiye revandin.

(şx)