Partiyên siyasî: Êrişên dewleta Tirk berdewama êrişên DAIŞ`ê yên li dijî Kobanê ne

Partiyên li kantona Firatê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk berdewama êrişên DAIŞ`ê yên li dijî Kobanê ne û bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Partiyên siyasî: Êrişên dewleta Tirk berdewama êrişên DAIŞ`ê yên li dijî Kobanê ne
27 ÇILE, 2024   13:25
KOBANÊ

Partiyên Meclisa Sûriya Demokratîk bi boneya salvegera 9`an a rizgarkirina bajarê Kobanê ji DAIŞ`ê, daxuyaniyeke hevbeş da. 

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd Esab Îbrahîm daxuyanî li pêşiya peykera Jina Azad a li Kobanê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Gelê Sûriyeyê li hember isyasetên hovane yên pergalên serdest şoreşeke aştiyane û demokratîk li dar xist û banga azadiyê û rûmetê kir. Lê belê di encama destwerdana hêzên herêmî şoreşa Sûriyeyê ji armancên wê dûrket û rêveberên opozîsyonê bûn beşek ji berjewendiyên dewletên herêmî li Sûriyeyê. Şoreşa Sûriyeyê bi rêya Şoreşa 19`ê Tîrmehê û pejirandina xeta sêyemîn a li dijî perspektîfên rejîmê û opozîsyona bê vîn, berdewam kir. Proje û nêrîn li gor berjewendiyên welatiyan pêşkêş kir. Ji ber wê bû armanca hêzên radîkal ên girêdayî hêzên derve mîna El Nusra û rêxistinên din ên terorîst. Armanca êrişa DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de li dijî Kobanê, tunekirina demokrasiya li herêmê ye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi saya YPJ û YPG`ê, welatparêzan û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî Kobanê rizgar bû û bi ser ket û bû destpêka tunekirina DAIŞ`ê li Baxozê, di encamê de 1`ê Mijdarê wek roja piştgiriya berxwedana Kobanê ya cîhanê hate binavkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em bi serfirazî û bi serbilindî vê serkeftinê bi bîr tînin. Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, berdewama wê êrişê ye. Piştî ku Tirkiyeyê fêm kir êdî amûrên wê yên li herêmê nikarin armancên wê pêk bînin, bi xwe êriş kir û gelek herêmên bakurê Sûriyeyê dagir kirin. Her kesê piştevaniya wê serkeftinê kir, kir hedef. Niha li cem dadgehan dozek bi navê Kobanê li dijî Tirkiyeyê heye."

Di daxuyaniyê de roja serkeftina Kobanê li gelê Sûriyeyê û gelê Kurd hate pîrozkirin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî, NY, Koalîsyona Navneteweyî, Komkara Erebî û dewletên garantorên lihevkirina 2019`an hat kirin ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser saziyên sivîl rawestînin û artêşa wê ji bakurê Sûriyeyê derxin û dagirkeriya wê li bakurê Sûriyeyê bi dawî bikin.

Her wiha hate destnîşankirin ku heta Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî pêk were, berxwedan û têkoşîna wan dê bidome.

(şx)