Li Efrînê ji heman malbatê 3 kes hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker ji navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî 2 kesên temenmezin û neviya wan revandin.

Li Efrînê ji heman malbatê 3 kes hatin revandin
5 adar, 2024   16:44
ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ jina temenmezin Rozelîn Kemal Murad û hevserê wê Fethî Ebdulhenan Mihemed (70) û neviyê wan Şêrzad Fethî Mihemed ên ji gundê Emara yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî revandin.

Çavkaniyan aşkera kir ku ew ber bi cihekî nediyar ve birine.

(fr)