Li Efrîna dagirkirî cenazeyê jinekê hat dîtin

Li ser rêya bajarê Efrîn-Ezaz a bajarê Efrîna dagirkirî cenazeyê jinekê hat dîtin.

Li Efrîna dagirkirî cenazeyê jinekê hat dîtin
10 kanûn, 2023   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera "Efrin News 24" ragihand ku cenazeyê jineke nenas kuştî li ser rêya Efrîn - Ezaz nêzî gundê Kefercenê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî hate dîtin.

Malperê li ser hesabê xwe yê Telegramê ev nûçe parve kir lê belê der barê bûyerê de tu agahiyên din nedan.

Li deverên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de sûcên tundî û kuştinê li dijî jin û zarokan zêde dibin.

(mh)