Li DYA‘yê ji ber şewatan bi hezaran kes hatin tehliyekirin

Piştî ku şewat nêzî daristanên bajarê Spokane bû, desthilata Washingtonê fermana tehliyekirina bi hezaran kesî da.

Li DYA‘yê ji ber şewatan bi hezaran kes hatin tehliyekirin
2 tebax, 2026   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku şewat nêzî daristanên Spokanê bû, desthilata eyaleta Washingtonê fermana da bi hezaran niştecihan ku malên xwe vala bikin. Waliyê herêmê jî rewşa awarte ragihand.

Nivîsgeha waliyê eyaletê ji dezgehên ragihandinê re ragihand ku nêzî 12 şewatên mezin derketine ku di encamê de zêdetirî 80 hezar hekar da ber xwe.

Hate ragihandin ku ligel hişkesaliya 4 salan li du hev û bayê xurt şewat bi lez berfireh bû, lew ra desthilatê piraniya operasyonên vemirandina agir ji hewayê hetya dawiyê Îlonê qedexe kir.

Desthilatê navend ji bo bicihkirina koçberan ava kirin.

(bb)