Pevguhertina pereyan heta 6’ê Tebaxê hat dirêjkirin

Banka Navendî ya Sûriyeyê dema pevguhertina pereyên kevin bi yên nû heta 6’ê Tebaxê dirêj kir û diyar kir ku rêjeya pevguhertinê ji sedî 80’ê derbas kiriye.

Pevguhertina pereyan heta 6’ê Tebaxê hat dirêjkirin
2 tebax, 2026   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Banka Navendî ya Sûriyeyê ragihand ku dema pevguhertina pereyên kevin bi yên nû heta 6’ê Tebaxa 2026’an dirêj kir.

Bankê diyar kir ku pevguhertin bi rêya tevahî banken giştî, taybet û şaxên Saziya Postexaneyê ya Sûriyeyê li tevahî parêzgehan pêk tê û tu bac nayên standin.

Bankê destnîşan kir ku piştî dema nû bi dawî bibe wê xebata kişandina pereyên kevin heta 5 salan tenê bi rêya Banka Navendî ya li Şamê bê kirin. Wê ew yek bi rezervasyona elektronîk bi xweparastina li malpera pejirandî pêk bê.

Li gorî bankê, rêjeya pevguhertina pereyên kevin ji sedî 80 derbas kiriye. Heta niha zêdetirî 33, 6 tirliyon lîre ji eslê 42 tirliyon hatkiye kişandin û pevguhertin.

(f)