Li dijî tundiya li ser jinan mêrên Helebê meşiyan

Bi sedan mêrên li Helebê bi boneya 25′ê Mijdarê meşek li dar xist û got jin beşa mezin a vî welatî ye, ji lew re azadiya wê girîng e.

Li dijî tundiya li ser jinan mêrên Helebê meşiyan
Li dijî tundiya li ser jinan mêrên Helebê meşiyan
Li dijî tundiya li ser jinan mêrên Helebê meşiyan
Li dijî tundiya li ser jinan mêrên Helebê meşiyan
Li dijî tundiya li ser jinan mêrên Helebê meşiyan
Li dijî tundiya li ser jinan mêrên Helebê meşiyan
Li dijî tundiya li ser jinan mêrên Helebê meşiyan
Li dijî tundiya li ser jinan mêrên Helebê meşiyan
Li dijî tundiya li ser jinan mêrên Helebê meşiyan
18 mijdar, 2023   18:47
HELEB

Bi boneya nêzbûna 25′ê Mijdarê; Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan bi sedan mêrên li Helebê ji bo şermezarkirina tundiya li dijî jinan û banga azadiya wê meşek li dar xist.

Beşdarên meşê li pêş hola civînan a 8′ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, alên Kongra Star, wêneyên têkoşer û pankartên ′Jin, Jiyan, Azad′, ′Na ji qetilkirina jinan re′ û′Tundiya li dijî jinê sûc e′ hildan.

Li Qada 7 Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê meş vegerî mîtîngê. Li wir endamê Partiya yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Mistefa axivî û behsa girîngiya azadiya jinê û bandora wê li ser civakan kir û wiha got: "Pêdiviya welat bi mirin an jî fedakariya di oxira wî de heye, ji lew re divê em bizanin ku jin beşeke mezin a vî welatî ye. Ger beşa mezin nehat rizgarkirin dê ev welat neyê rizgarkirin."

Mistefa di axaftina xwe de behsa xwişkên Mîrbal û têkoşîna wan a li dijî zihniyeta baviksalarî kir.

Li aliyekî din jî hevserokê Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Menan Cafer got divê hemû li dijî felsefeyên dikevin xana fikrên bavikslarî bisekinin, da ku azadiya jinê pêk were.

Cafer diyar kir ku di oxira pêkanîna azadiya jinê de divê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ê xwediyê felsefeya ′Jin, Jiyan, Azadî′ were sekinandin ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Meş bi durişma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA