Li dijî stasyona kehrebeyê û bendeke kontrolê ya Eyn Îsayê êriş

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê û bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li başûrê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir.

Li dijî stasyona kehrebeyê û bendeke kontrolê ya Eyn Îsayê êriş
14 ÇILE, 2024   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me li herêmê ragihandin ku balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê û bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li başûrê navçeya Eyn Îsayê ya kantona Firatê ye bombebaran kir.

Beriya du rojan jî, dewleta Tirk derdora navçeya Eyn Îsayê bombebaran kiribû û di encamê de kehrebe ji ser bi dehan gundên li rojavayê bajarê Girê Spî qut bûbû.

(şx)

ANHA