Li dijî gundekî Silêmaniyê êrişa bi dronan

Bi du dronan êrişî gundê Gêçîne yê nêzîk Şikefta Casene ya li sînorê navçeya Dûkan a bajarê Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê hate kirin û ji ber êrişê şewateke mezin li deverê derketiye.

Li dijî gundekî Silêmaniyê êrişa bi dronan
1 tebax, 2026   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, bi du dronan êrişî gundê Gêçîne yê nêzîk Şikefta Casene ya li sînorê navçeya Dûkan a girêdayî bajarê Silêmaniyê  yê Başûrê Kurdistanê hate kirin û ji ber êrişê şewateke mezin li deverê derketiye.

Têkildarî êrişê heta niha ji aliyê saziyên têkildar ve tu daxuyanî nehatine dayîn.