Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 4 kes hatin kuştin

Di êrişên hêzên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Xezayê de 4 kes hatin kuştin.

Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 4 kes hatin kuştin
1 tebax, 2026   18:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên bijîşkî yên Filistînê ragihandin ku balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê herêma Mewasî Qerara ya bakurê Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê bombebaran kir. Di bombebaranê de kesek hat kuştin û hin kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, di êrişek din a li nêzî xaçerêya El Xezalî ya taxa Şêx Redwan a bakurê rojavayê Xezayê a li dijî kombûna welatiyan de, 2 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn. Çavkaniyan dane zanîn ku rewşa hin birîndaran giran e.

Hat ragihandin, ciwanek ku di êrişa berê ya li ser bajarê Dêr Belehê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Di êrişeke din de jî zerarên mezin gihaştin mal, erdên çandiniyê û kampên koçberan ên li rojavayê nexweşxaneya Şuheda El Eqsa û hin sivîl birîndar bûn.

(bb)