Navenda Alîkariyên Lezgîn a Kobanê ji bo şêniyan xizmetên tenduristiyê peyda dike

Navenda Alîkariyên Lezgîn a Kobanê ya girêdayî Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşepêdanê, ji bo şêniyên bajarê Kobanê û gundewarên wê xizmetên alîkariya lezgîn a tenduristî û veguhastina bijîşkî ya bêpere peyda dike.

2 tebax, 2026   06:15
KOBANÊ
DICLA EHMED

Navenda Alîkariyên Lezgîn a Kobanê ya girêdayî Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşepêdanê, ji bo şêniyên bajarê Kobanê û gundewarên wê xizmetên ambulansê yên 24 saetan bê pere peyda dike. Navend ji hêla tîmeke ji 24 xebatkarên tenduristiyê û şofêran ve tê xebitandin û bi nexweşxane û navendên tenduristiyê re hevkriyê dike da ku bersiva bilez a rewşên awarte pêk bîne.

Navend li gundê Helincê yê Kobanê ye û di 1`ê Gulanê de bi fermî hate vekirin. 3 ambulansên wê hene.

Karmendekî tenduristî yê navendê Ziyad Ebid El Elî got: "Navend 24 saetan bersivê dide bangên awarte. Tîm bi rêya WhatsAppê têkilî datîne û ambulans piştî wergirtina bangê tavilê têne şandin. Xebatkarên tenduristiy bi ambulansan re diçin cihê nexweş û heya ku nexweş bigihîje nexweşxane an navenda tenduristiyê ya guncaw alîkariya destpêkê jê re peyda dikin."

Ebid El Elî destnîşan kir ku navend rojane bersiva zêdetirî 10 rewşên nexweşiyê dide.

Şêniya ji gundê Helincê Hacer Gênco behsa girîngiya navendê kir û diyar kir ku ew ji bo malbatên ku erebeyên wan tune ye xizmetek mezin peyda dike û dema ku hewce bike alîkariya veguhestina nexweşan, bi taybet ên temen mezin, bo navendên tenduristiyê dike.

Hacerê daxwaz kir ku di dimemên pêş de bijîşkekî nexweşiyên giştî yan yekî pispor li navendê hebe, ku li nexweşan biere bêyî hewcedariya veguhestina nexweşxaneyê.

(k)

ANHA