Li dibistaneke navîn a Swêdê êrişek bi şûrê

Li dibistaneke bajarê Fagersta yê Swêdê êrişek bi şûrê çêbû. Di encamê de hejmarek kes birîndar bûn û kesek hat binavçkirin. Li gorî agahiyan, êrişkar jî bi guleyan birîndar bû.

Li dibistaneke navîn a Swêdê êrişek bi şûrê
21 tebax, 2026   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Vagersta ya li navenda Swêdê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro li dibistanek navîn kesekî bi şûrê êriş kir, di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.

Polîsan jî bi daxuyaniyekê ragihand "Me agahiya rûdana bûyereke tund a kujer a li dibistaneke Vagerstayê wergirt. Polîsan berê xwe dan cihê bûyerê û kesek bin çav kir. Em xebata bi rêbazên cuda li cihê bûyerê didomînin. Em bang li şêniyan dikin ku rêzê li bendên rêyan bigirin û li gorî talîmatên polîsan tev bigerin."

Li gorî rojnameya Aftonbladet, êrişkar bi guleyên polîsan ve ji lingê xwe ve birîndar bû.

(bb)