Tirkiye ji Interpolê xwest "Bultena sor" li dijî Netanyahu û berpirsên Îsraîlê derxe

Tirkiyeyê têkildarî astengkirina Fîloya Sumudê ya navneteweyî ya ku diçû Xezayê, daxwaza weşandina “bultena sor” li dijî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û 35 berpisên din ên Îsraîlê kir.

Tirkiye ji Interpolê xwest "Bultena sor" li dijî Netanyahu û berpirsên Îsraîlê derxe
21 tebax, 2026   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ew dixwaze bi rêya Interpolê "bultenên sor" li dijî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û nêzî 35 berpirsên payebilind ên Îsraîlê derxîne.

Gurlek daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal belav kir û got, wî ji wezareta hundirîn xwestiye ku di mijara lêkolînkirina bûyera astengkirina Fîloya Sumudê ya navneteweyî ya alîkariyan a diçû Xezayê de ku biçe Interpolê.

Li gorî aliyê Tirkiyeyê, di lîsteyê de nêzî 35 berpirsên Îsraîlê hene. Ev daxwaz jî li gorî biryarên Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî têkildarî sûcên girêdayî şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Xezayê hatine kirin, hatiye derxistin.

(bb)