Pirsgirêkên li pêşiya xebatên paqijkirina mayînan li gundewarê Serêkaniyê

Xebata rakirina mayînan li gundewarê Serêkaniyê bi gelek pirsgirêkên lojîstîkî wekî hebûna qadên berfireh ên mayînkirî û bermahiyên teqemenî yên şer, hebûna xalên leşkerî û piştgiriya kêm re rû bi rû ne.

Pirsgirêkên li pêşiya xebatên paqijkirina mayînan li gundewarê Serêkaniyê
Pirsgirêkên li pêşiya xebatên paqijkirina mayînan li gundewarê Serêkaniyê
Pirsgirêkên li pêşiya xebatên paqijkirina mayînan li gundewarê Serêkaniyê
Pirsgirêkên li pêşiya xebatên paqijkirina mayînan li gundewarê Serêkaniyê
Pirsgirêkên li pêşiya xebatên paqijkirina mayînan li gundewarê Serêkaniyê
Pirsgirêkên li pêşiya xebatên paqijkirina mayînan li gundewarê Serêkaniyê
Pirsgirêkên li pêşiya xebatên paqijkirina mayînan li gundewarê Serêkaniyê
22 tebax, 2026   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Paqijkirina mayînan û rakirina bermahiyên teqemenî yên şer li gundewarê Serêkaniyê berdewam dike. 

Ev hewldan ji ber deverên berfireh ên belavbûna mayînan, hebûna xalên leşkerî û piştgiriya kêm ya ku ji rêxistinên ku di vî warî de dixebitin, rastî astengiyan tên.

Hevserokê Navenda Paqijkirina Mayînan a Parêzgeha Hesekê Gulê Cimo ji ajansa me re got: "Me berî 2 mehan dest bi rakirina mayîn û bermahiyên teqemenî yên şer li gundewarê Serêkaniyê kir da ku berî vegera koçberan deverê paqij bikin û herêmê ewle bikin."

HERÊMÊN BERFIREH ÊN TIJÎ MAYÎN Û XALÊN LEŞKERÎ

Gulê diyar kir ku herêmên berfireh ên ku mayîn û bermahiyên şer lê belav bûna bûne yek ji astengiyên herî mezin in li pêşiya xebata rakirina mayînan, bi taybet li deverên derdora rêya navneteweyî heta derdora bajarokê Zirganê.

Gulê Cimo destnîşan kir ku hebûna berdewam a hin xalên leşkerî li herêmê, dibe sedem ku  demek diyar ji bo temamkirina operasyonên paqijkirina mayînan û paqijkirina herêmê neyê destnîşankirin.

3 RÊYÊN SEREKE TÊN PAQIJKIRIN

Gulê Cimo wiha dewam kir: "Ji destpêkê ve, hewldanên paqijkirina mayînan li ser 3 rêyên sereke pêk tên: rêya M4, rêya Til Temi – Serêkaniyê  û rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê, her wiha çend rêyên gundan, da ku vegera koçberan hêsan bikin. Qonaxa duyemîn dê paqijkirina deverên derdora rêyan be û qonaxa sêyemîn jî paqijkirina erdên çandiniyê û erdên vala be. Em girîngî didin ji rêyên sereke da ku vegera koçberan hêsan bikin."

PIŞTGIRIYA SÎNORKIRÎ ASTEGIYAN ZÊDE DIKE

Gulê destnîşan kir ku 3 rêxistin li ser paqijkirina mayînan dixebitin û ev agahî dan: "2 rêxistinên navneteweyî yên ku balê dikişînin ser rakirina mayînan û rêxistineke herêmî ya ku ji bo hişyarkirina li ser xeteriyên mayînan dixebitin. Ji ber hebûna qadeke berfireh a mayînan, ev rêxistin di lêkolîn û paqijkirina van deveran bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Wekî din, piştgiriya ku ew distînin sînordar e."

Di dawiyê de, Gulê Cemo ji şêniyên herêmê xwest ku bi hişyarî nêzî vê mijarê bibin û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin herêma rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî bajarê Serêkaniyê.

(k)

ANHA