Li Idlibê di pevçûnekê de çekdarî Fransî hat kuştin

Li bakurê Idlibê di pevçûneke navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komeke çekdar de çekdarî Fransî hat kuştin û welatiyekî Sûriyeyî birîndar bû.

Li Idlibê di pevçûnekê de çekdarî Fransî hat kuştin
28 cotmeh, 2026   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di pevçûnekê de di navbera dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komek çekdar de ku ji kampa Fransiyan derket û ber bi bajarê Harim ê gundewarê bakurê Idlibê ve çû, çekdarî hemwelatiyê Fransî hat kuştin û welatiyekî Sûriyeyî birîndar bû.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Idlibê diyar kir ku “Yek ji dewriyeyan derketina komeke çekdar ji kampê ber bi herêma Harimê ve şopand. Ew jî li dijî peymana ku nabe bi çekan ji kampê derkevin, e.”

Fermandariyê diyar kir ku “ferdên komê, dema hêzan bi ser wan de girtin, gule li wan barandin. Ji lew re endamên dewriyeyê bersiv da wan.”

(f)