Li Dêrazorê êriş: 1 kuştî, 2 birîndar

Li Dêrazorê çekdaran êrişî 3 welatiyan kir. Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Li Dêrazorê êriş: 1 kuştî, 2 birîndar
2 tîrmeh, 2026   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Dêrazorê di êrişa çekdarên nenas de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Nûçegihanê me ragihand ku çekdarên nenas gule li 3 kesan reşandin. Di encamê de Ebada Hesen El Mûsa hat kuştin û Enwer Ehmed El Kerût û Yasîn El Emaş birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Eyşe ya li bajarê El Bukemalê.

(bb)