Li Dêrazorê ciwanek hate kuştin

Li Dêrazorê ciwanek ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin. Tê gotin ku destê şaneyên DAIŞ`ê di bûyerê de heye.

Li Dêrazorê ciwanek hate kuştin
9 adar, 2024   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekarên nenas ku li motorsîkletekê siwar bûbûn, li pêşiya dermanxaneyekê li bajarokê Ebû Herdûb ê rojhilatê Dêrazorê, gule avêtin ciwanê bi navê Elî El Hisê El Heylanî û bavê wî. Di encamê de Elî tê kuştin û bavê wî birîndar dibe. 

Lê heta niha saziyên ewlehiyê têkildarî bûyerê tu agahî parve nekirine. Şêniyên bajarok jî dibêjin destê çeteyên DAIŞ`ê di bûyerê de heye.

(şx)