Li Dêrazorê bermahiyeke DAIŞˊê teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

Di teqîna bermayiyeke çeteyên DAIŞ'ê li rojavayê Dêrazorê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 din birîndar bûn.

Li Dêrazorê bermahiyeke DAIŞˊê teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Dêrazorê bermahiyeke DAIŞˊê teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
10 adar, 2024   18:30
DÊRAZOR

Li bajarokê Cîa yê rojavayê Dêrazorê bermayiyeke DAIŞ'ê bi komeke zarokan de teqiya.

Nûçegihanê me yê herêmê da zanîn ku di encama teqînê de tavilê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 din birîndar bûn.

Nûçegihan diyar kir ku 2 zarok ji bo nexweşxaneya Firat a bajarokê Sifîra Tehtanî(Jêrîn) û 2 zarokên din ji ber rewşa wan a dijwar ji bo nexweşxaneyên bajarê Reqayê hatin veguhastin.

Di encama teqîna bermayiyên çeteyên DAIŞ'ê de gelek caran welatî jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin, piraniya wan jî zarok in.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn her tim şêniyan ji bermayiyên nenas hişyar dikin  û bang li wan dike ku dema tiştekî biyanî bibînin agahiyê bidin hêzan.

(mh)

ANHA