Li Dêrazorê bazirganek û froşkarekî narkotîkê hatin destgîrikirin

Hêzên Têkoşîna li dijî Narkotîkê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li rojavayê Dêrazorê bazirganek û froşkarek narkotîkê destgîr kir.

Li Dêrazorê bazirganek û froşkarekî narkotîkê hatin destgîrikirin
21 ÇILE, 2024   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de navendê da zanîn ku Hêzên Têkoşîna li dijî Narkoîtkê sêşemê li rojavayê Dêrazorê bazirganek û froşkarekî narkotîkê di sûc de destgîr kir. Piştî xebatên lêgerînê û şopandinê, hêzê bi kemînekê her du girtine û narkotîka pê re desteser kirine.

Her wiha navendê agahiyên li ser miqdara narkotîkê hatî desteserkirin wiha parve kirin: "

220 hebên kiptagon.

9 hebên Zulam.

270 giran hevîrê heşîşê.

 300 dolarên sexte.

Pereyên sûriyeyî.

Telefoneke berîkan."

Navendê aşkera kir ku hêzê lêpirsînên pêşîn bi her duyan bi dawî kirine û sewqî dadgehê kirine ji bo ku bên cezakirin.

Hêzê bang li welatiyan kir ku pê re hevkar bin û ji bo ku xetereya narkotîkê ji civakê dûr bixin bi wan re alîkar bin.

(şx)