Li Dêrazor û Minbicê 7 bazirganên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kantonên Minbicê û Dêrazorê 7 bikarhêner û bazirganên narkotîkê girtin.

Li Dêrazor û Minbicê 7 bazirganên narkotîkê hatin girtin
Li Dêrazor û Minbicê 7 bazirganên narkotîkê hatin girtin
Li Dêrazor û Minbicê 7 bazirganên narkotîkê hatin girtin
Li Dêrazor û Minbicê 7 bazirganên narkotîkê hatin girtin
Li Dêrazor û Minbicê 7 bazirganên narkotîkê hatin girtin
19 cotmeh, 2024   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kedên têkoşîna dijî bazirgan û bikarhênerên narkotîkê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 13ʹê Cotmehê de 5 bazirgan û bikarhênerên narkotîkê li bajarê Dêrazorê girtin. Her wiha hêzan li gel wan 27,5 gram mîsa krîstal, heşîş, alava bikarhênerê, 400 dolar, belge û nasname û 5 telefon hatin desteserkirin.

Girêdayî mijarên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê duh (18ʹê Cotmehê) li kantona Minbicê 2 bazirganên narkotîkê girtin û li gel wan 4 hezarên hebên narkotîkê ku di motorsiklêtê de veşartibûn, çekeke klaşînkov û 2 cercûr desteser kirin.

Hêzên diyar kir ku ew ê bi erkên xew yên parastina civakê ji narkotîkê rabin û got divê şênî agahiyên li ser her tevgereke bigûman der bar bikaranîn, firotin û bazirganiya narkotîkê bidin hêzan.

(fr)