Li Derayê 2 erebeyên îstîxbarata leşkerî ya Şamê hatin hedefgirtin

Li Dera û gundewarên wê rewşa tevliheviya ewlehiyê dewam dike. Ji destpêka Çileyê ve 40 bûyerên tevliheviyê çêbûn, di encamê de 56 kes hatin kuştin.

Li Derayê 2 erebeyên îstîxbarata leşkerî ya Şamê hatin hedefgirtin
26 sibat, 2024   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesên nenas bi bombeyan 2 erebeyên îstîxbarata leşkerî ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê li ser rêya di navbera Newa û gundê El Delî li rojavayê Derayê de hedef girtin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Malpera Dera 24 a têkildarî şopandina rewşên li Dera û gundewarên wê da zanîn ku di encama teqîna 2 bombeyan de 3 endam birîndar bûn û rakirina nexweşxaneya Senemên a leşkerî.

Ji destpêka Çileyê ve li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), 40 rewşên ewlehiyê bi rê û rêbazên cuda çêbûn, di encamê de 56 kes hatin kuştin.

(fr)