Li Çilaxa Jimêkerên elektrîkê yên elektronîk hat sazkirin

Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê, di çarçoveya plana ji nû ve rêxistinkirin û hêsankirina xizmeta elektrîkê de, li bajarê Çilaxa dest bi sazkirina jimêkerên elektrîkê yên elektronîk kir.

Li Çilaxa Jimêkerên elektrîkê yên elektronîk hat sazkirin
26 nîsan, 2026   13:29
QAMIŞLO

Li gorî malpera fermî ya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê îro li bajarê Çilaxa dest bi sazkirina jimêrkerên elektrîkê yên elektronîk ji bo mal û karsaziyan saz kir.

Desteyê diyar kir ku xebat dê li gorî stratejiyeke xebatê ya gav bi gav, li deverên din ên herêma Cizîrê jî berdewam bike.

(k)