Li Girê Spî xwepêşandana mamosteyan

Li bajarê Girê Spî mamoste bi çalakiyekê daxwaza mûçeyên xwe û başkirina rewşa debarê kirin.

Li Girê Spî xwepêşandana mamosteyan
26 nîsan, 2026   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, li bajarê Girê Spî bi dehan mamoste çalakiyek li dar xist. Mamosteyan dawaza mûçeyên xwe û başkirina rewşa debarê kirin.

Ji dîmenên ku hatine parvekirin, mamoste pankartên bi nivîsên "Mafên me xeta sor e" û "Mamoste zarokên şoreşê ne û avakarên welat in", "Çalakiya me mafek e û dê dewleta me dev ji me bernede" hatin vekirin.

Mamosteyan xwestin bi fermî di saziyên perwerdeyê de werin tayînkirin û mûçeyên wan bêyî derengxistin werin dayîn.

(bb)