Hemasê şertên çekdanînê aşkera kirin            

Hemasê rawestandina êrişên Îsraîlê û vekişîna wê ya ji Xezayê wekî şertê pêşîn ê bicîhanîna peymana çekdanînê diyar kir. Îsraîl israr dike ku heya Hemas çek daneyne ew venakişe.

Hemasê şertên çekdanînê aşkera kirin            
31 tîrmeh, 2026   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê aşkera kir ku bicîhanîna peymana çekdanîna komên li Xezayê ya ji aliyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ve hatiye ragihandin, bi rawestandina êrişên Îsraîlê û vekişîna wê ji Xezayê ve dest pê dike.

Ji rayedarên Hemasê Xazî Hemed ji ajansa Reutersê re axivî û got, ew amade ne peymana "Zehmet û dijwar" qebûl bikin, lê bi şertê ku destpêkê Îsraîlê qonaxa  yekemîn a peymana agirbestê ya ku par li Şerem El Şêx çêbibû, bi cih bîne.

Xazî Hemed anî ziman ku "Ji Îsraîlê tê xwestin hêzên xwe ji deverên ku beriya Cotmehê lê bi cih bûye vekişîne û derbaskirina alîkariyan bo Xezayê zêde bike. Heya Îsraîlê van pêk bîne dê Hemasê çekên xwe radestî Komîteya Nîştimanî ya nû  ya Rêveberiya Xezayê bike."

Serokê DYA‘yê Donald Trump ragihandibû ku Konseya Aştiyê ya ku wî ava kiriye lihev kiriye ku ji bo bidawîanîna şerê li Xezayê divê Hemas û komên din bi temamî werin bêçekirin.

Rayedarekî Îsraîlê jî gotibû, heya Hemasê çekên xwe radest neke hingî Îsraîlê ji "Xeta Zer" venakişe.

(bb)