Li Brîtanyayê Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin bibîranîn

Bi boneya çileya şehadeta rojnamevanên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn li bajarê Manchester yê Brîtanyayê ji aliyê Kurd û dostên wê ve hatin bibîranîn.

Li Brîtanyayê Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin bibîranîn
2 cotmeh, 2024   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ber avahiya Konsolxaneya Iraqê ya li bajarê Manchesterê yê Brîtanyayê çileya şehadeta rojnamevanên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi pêxistina mûman hatin bibîranîn.

Di çalakiya bîranînê de nameyek li ser navê rojnamevan, welatparêz û çalakvanên Brîtanyayê weke nîşandana nerazîbûnê pêşkeşî Konsolxaneya Iraqê ya li bajarê Manchesterê hat kirin. Di nameyê şehîdên Çapemeniya Azad yên Başûrê Kurdistanê hatin bibîranîn û hemû welatiyên sivîl yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Başûrê Kurdistanê hatine şehîdkirin hatin bibîranîn.

Di nameyê de behsa şehîdkirina rojnamevan, siyasetmedar, welatiyên sivîl yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine şehîdkirin, her wiha êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistan, serweriya xaka Iraqê, valakirina gundên Kurdan bi darê zorê hate kirin.