Li Rimêlanê panelek li ser komoloyê hat lidarxistin

PYD'ê ya bajarokê Rimêlanê panleke diyalogê li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar xist. Tê de bi dehan şênî beşdar bûn.

Li Rimêlanê panelek li ser komoloyê hat lidarxistin
Li Rimêlanê panelek li ser komoloyê hat lidarxistin
Li Rimêlanê panelek li ser komoloyê hat lidarxistin
Li Rimêlanê panelek li ser komoloyê hat lidarxistin
Li Rimêlanê panelek li ser komoloyê hat lidarxistin
Li Rimêlanê panelek li ser komoloyê hat lidarxistin
2 cotmeh, 2024   22:03
GIRKÊ LEGÊ

Panel li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê bajarê Girkê Legê li dar ket. Tê de endamên saziyên sivîl û bi dehan şênî beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Meclisa bajarê Girkê Legê Atif Sebrî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

 Sebrî diyar kir ku dîroka komployê dûr û dirêj e û bi dîroka Rojhilata Navîn û çanda wê ve girêdayî ye û got: "Armanc ji wê parçekirina civakê û çandê û peydakirina nakokiyan di nav pêkhateyan de ye."

Sebrî diyar kir ku armanc ji komployê têkbirina şoreşa gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê ye jî.

Atif soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo têkbirina pergala êşkence û qirkirinê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nû kir.

(mh)

ANHA