Li Bokemalê teqîn: Kuştî û birîndar çêbûn

Li bajarê Bokemalê teqînekê çêbû, di encamê de hejmarek endamên hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Bokemalê teqîn: Kuştî û birîndar çêbûn
10 sibat, 2026   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Mayînek bi erebeyeke leşkerî ya Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê de teqiya.

Li gorî agahiyan, mayîn li gel Pira El Heyat a bajarê Bokemalê yê rojhilatê Dêrazorê teqiya. Hat hînbûn ku kuştî û birîndar hene.

Di van demên borî de êriş û teqînên ji aliyên nenas ve li dijî hêzên hikumeta demkî li herêmên di bin kontrola wê de zêde bûne.

(fr)