Di Kongreya Amerîkayê de dîmenên qetilkirina keç û xortên Kurd hatin pêşkêşkirin

Senatorê Komarparêz Scott Perry di rûniştina Komîteya Karûbarên Derve ya Senatoya Amerîkayê de dîmenên ku terorîst şervanên keç û xort ên Kurd qetil dikin û bi cenazeyên wan dilîzin, pêşkêş kirin.

Di Kongreya Amerîkayê de dîmenên qetilkirina keç û xortên Kurd hatin pêşkêşkirin
10 sibat, 2026   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatoyê Komarparêz Scott Perry di rûniştina Komîteya Karûbarên Derve ya Senatoya Amerîkayê ya ji bo nîqaşkirina siberoja Sûriyeyê ya piştî Esed de dîmenek pêşkêş kir. Di dîmenê de hatiye pêşkêşkirin de terorîst şervanên Kurd ên keç û xort qetil dikin û bi cenazeyên wan dilîzin.

Perry rexneyên tûj ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê re kirin û ûslûbê qetilkirinê ya hovane ku leşkerên bi ser artêşa Sûriyeyê ve tên hesibandin bi rêbazên El Qaîde û DAIŞˊê wesifandin.

(fr)