Li ber barana zêde 200 malan zerar dîtin

Li Hesekê, Zirgan û Til Temirê ji ber barana zêde nêzî 200 mal zerar dîtin. Şaredariyên gel û tîmên rewşên awarte xebatên vekirina rêkan û rizgarkirina malbatên ku asêmayî ne didomînin.

Li ber barana zêde 200 malan zerar dîtin
17 adar, 2026   11:00
HESEKÊ

Ji ber barana zêde çemên Xabûr û Zirganê avê bilind bû. Di encamê de bajarê Hesekê bi taybetî li taxên Merîdiyan û Xiwêran, her wiha li bajarên Ziran û Til Temirê derdora 200 malbatê zerar ditin.

Şaredariyên Hesekê û Til Temirê bi tevkaiya Asayîşê û tîmên rewşên awarte ragerên xetimî û pirên li ser çeman paqij dikin û satirên axî bilind dikin da ku malên nêzî çeman biparêzin. Her wiha malbatên asêmayî dibin cihekî ewle.

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehemd û hin berpirsyar serdana deverên nêzî çemê Xabûrê yên ji ber lehiyê zerar dîtin, kirin û tîmên pispor araste kirin ku tedbêrên parastina şêniyan xurt bikin. 

Rêveberê çavkaniyên avê li Hesekê Ebdulezîz Emîn daxuyanî da dezgehên çapemeniyê agahî da ku rêjeya ava çeman ji ber baranê zêde bûye û gur diherike. Her wiha hişyarî da ku mimkun e di saetên pêş de lehî rabe.

 Ebdulezîz Emîn got, leza herikîna çemê Xabûr di saetekê de 50 km derbas kiriye. Her wiha bang li malbatên nêzî qeraxên çemê Xabûr kir ku mimkun e lehî rabe û divê tedbîrên xwe bigirin.

Ji ber rêjeya ava çemê Xabûr bilind bûbû li rojavayê bajarê Til Temir rêya navneteweyî M4 bin av bû û ji ximzetê derket.

(bb)

ANHA