Li başûrê Lubnanê 2 kes hatin kuştin
Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de 2 kes hatin kuştin.
Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê vê sibehê bajarokê Teyr Herfa yê li başûrê Lubnanê bombebaran kir. NNA’yê da zanîn ku di bombebaranê de 2 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye.
Li gorî televîzyona El Menar a girêdayî Hizbullahê, artêşa Îsraîlê bi obîsan derdora bajarokên Keferşoba û Keferhemam ên başûrê Lubnanê topbaran kirine.
Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê barbanga îro li başûrê Lubnanê bajarokê Eyta Şeba gulebaran kir û derdora bajarokê Naqûra û Cebel Lebûna jî bi obîsan topbaran kir.
(bb)