Li Başûrê Kurdistanê 3 dron hatin xistin

Hat ragihandin dengê teqînên mezin li bajarê Hewêrê yê Başûrê Kurdistanê hatin bihîstin. Hate zanîn ku sê drone ji aliyê parastina hewayî  ve hatiye xistin.

Li Başûrê Kurdistanê 3 dron hatin xistin
2 adar, 2026   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate destnîşankirin ku kêliyek berî niha dengê teqîneke mezin li bajarê Hewêrê yê Başûrê Kurdistanê hate bîhîstin. Hate zanîn ev deng dema ku sê dronên ji aliyê parastina hewayî ve hatiye xistin, hatiye bihîstin.

Ji destpêka êrişên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê, baregeha leşkerî ya hêzên Amerîka ya li Hewlêrê ya li nêzî Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê rastî êrişên mûşek û dronên Îranê û dronên hêzên çekdar yên Iraqê ve tê. Lê hemû dron û mûşekên Îran û komên çekdar ên Iraqê ji aliyê parastina hewayî ya hêzên DYA’yê ve hatine xistin.

Ji duh ve çendîn car hêzên Eniya Berxwedana Iraqê ku nêzîkî rejîma Îranê ne, berpirsiyariya êrişên li ser baregeha leşkerî ya hêzên DYA’yê girtin ser xwe.