Li Başûrê Kurdistanê 200 kesayetan ji bo yekitiya neteweyî projeyek da destpêkirin

Bi dirûşma ‘Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e’ li Başûrê Kurdistanê projeyek ji bo yekitiya gelê Kurd dest pê kir.

Li Başûrê Kurdistanê 200 kesayetan ji bo yekitiya neteweyî projeyek da destpêkirin
19 adar, 2026   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cuda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekitiya gelê Kurd projeyeke neteweyî hate destpêkirin û bi daxuyaniyeke nivîskî hate ragihandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Xwepêşandan û tevgera vê dawiyê ya Kurdan, bi taybet jî hêviya nû ya Rojhilatê Kurdistanê, peyameke zelal dide hemû hizbên siyasî û dibêje civaka Kurd zindî ye û nêrîna wê ya cîhanê ji berjewendiyên teng mezintir e. Di ronahiya heman dirûşma ‘Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e’ de, em banga heman dirûşmê dikin. Em dixwazin ev dirûşm careke din li Kurdistan û derve bibe dirûşma giştî ya Kurdan.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Tiştên ku em dixwazin pêşniyar bikin ev in:

- Hewldana ji bo peyameke neteweyî û hevpar, peyamek ku xizmeta meseleya neteweyî bike, rêzê li maf û azadiyên gelan û jiyana hevbeş bigire.

- Ji nakokiyên siyasî, kûrkirina pirsgirêkên navxweyî û derbazkirina berjewendiyên partî, siyasî, îdeolojiyên teng û biçûk dûrketin.

- Divê berjewendiya neteweyî bikeve navenda xebata siyasî û hevbeş. Divê ji hemû peyamên îdeoloîk ku xizmeta meseleya Kurd nake, dûr bikevin.

- Divê navendek neteweyî ya hevbeş, ji bo nirxandina rewşa Rojhilata Navîn, dewletên ku Kurdistan di nava wan de hatiye parçekirin, şer ber bi kuve diçe û divê Kurd çi bikin, were avakirin.

- Divê komîteyeke neteweyî ya hevbeş ji bo karên dîplomatîk, xebata siyasî, têkilî, diyaloga bi navendên biryardayînê yên cîhanê re, ravekirina vizyona hevbeş a Kurdan, rewşa herêmê û mafên Kurdan were avakirin.

- Divê sîwaneke neteweyî, ji bo xebateke hevbeş, diyalog, rûbirûbûna qeyran, gefên siyasî, aborî, ewlekarî û civakî were avakirin. Her wiha beriya ku xetere bigihêjin malên me, ji bo çareserkirinê plansazî û bername werin amadekirin.”