Hêzên Ewlekariya Hundirîn lîsteya navên 300 dîlgirtiyan weşand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li lîsteya navên 300 dîlgirtiyên ku dê îro serbest bêne berdan, aşkera kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn lîsteya navên 300 dîlgirtiyan weşand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn lîsteya navên 300 dîlgirtiyan weşand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn lîsteya navên 300 dîlgirtiyan weşand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn lîsteya navên 300 dîlgirtiyan weşand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn lîsteya navên 300 dîlgirtiyan weşand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn lîsteya navên 300 dîlgirtiyan weşand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn lîsteya navên 300 dîlgirtiyan weşand
19 adar, 2026   13:12
NAVENA NÛÇAYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Cizîrê der barê serbestberdana 300 dîlgirtiyên di destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ku dê îro bêne berdan, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li ser encamên civîna berfireh a ku li Hesekê ji bo şopandina pêkanîna peymana 29`ê Çileyê hate lidarxistin û ji bo xurtkirina atmosfera aramiyê û aştiya sivîl, Fermandariya Giştî ya hêzên me (Asayîş) radigihîne ku dê pêvajoya serbestberdana 300 girtiyan dest pê bike.”

Biryar e îro saet di 13:00`an de li Çerxerêya El Sebax li Hesekê 300 dîlgirtî werin berdan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn lîsteya navên 300 dîlgirtiyên ku dê bêne berdan weşand.

(k)