Hêviyên ji cejnê: Vegera koçberan û serbestberdana dîlgirtiyan

Şêniyên bajarê Til Temirê û koçberên ji Serêkaniyê ya dagirkirî hêviyên xwe yên ji Newrozê û cejna Remezanê anîn ziman û got cejna rasteqîn bi vegera ewle û serbestberdana dîlgirtiyan dibe.

Hêviyên ji cejnê: Vegera koçberan û serbestberdana dîlgirtiyan
Hêviyên ji cejnê: Vegera koçberan û serbestberdana dîlgirtiyan
Hêviyên ji cejnê: Vegera koçberan û serbestberdana dîlgirtiyan
19 adar, 2026   13:24
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HEMAN

Şêniyên bajarê Til Temirê û koçberên ji Serêkaniyê ya dagirkirî hêviyên xwe yên ji cejna Remezanê û Newrozê bi ajansa me re parve kirin.

Şêniya bi navê Terfa Fewaz Îbrahîm meta endamekî Asayîşê yê dîlgirtî ye, diyar kir ku ev cejn cuda ye, lê kêm dimîne û got: “Koçber hîna venegeriyane û hîna jî çarenûsa hin dîlgirtiyan nayê zanîn."

Terfa Fewaz Îbrahîm hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka çareserkirina van pirsgirêkan.

Îbrahîm Elo koçberek ji bajarê Serêkaniyê ye anî ziman ku cejn ne tenê munasebeteke olî ye, lê ji bo koçberan hêviya vegerê ye.

Îbrahîm Elo hêvî kir ku ew agahiyeke erênî der barê vegera li herêmê xwe anî jî serbestberdana dîlgirtiyan de wergire û wiha domand: "Şênî bi hêvê ne ev cejn bibe destpêkeke ku aliyên têkildarî gavên cidî ji bo çareserkirina dosyayên koçber û dîlgirtiyan biavêjin.”

Koçbera bi navê Necme Silo destnîşan kir ku tevî mercên zehmet malbatan pêdiviyên cejnê ji zarokên xwe re peyda kirin û got xema wan a herî mezin ew e ku zarok dûrî warê xwe mezin bûne.

Necme Silo anî ziman ku cejna rasteqîn vegera li warê xwe ye.

(bb)

ANHA