Li Amerîkaya Latîn rageşî zêde dibe

DYA'yê da zanîn ku li Amerîkaya Latîn bi îdiaya “tunekirina narkoterorîstan” operasyoneke nû ya leşkerî daye destpêkirin.

Li Amerîkaya Latîn rageşî zêde dibe
14 mijdar, 2025   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê DYA'yê Pet Hegseth li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da û got: “Ez îro Operasyona 'Southern Spear' (Rimê Başûr) radigihînim. Ev wezîfe ji bo parastina welatê me, ji bo tunekirina narkoterorîstan li ser rûyê erdê û ji bo parastina gelê me ji narkotîkê ye.”

Rêveberiya rerokê DYA'yê Donald Trump ji meha Tebaxê û vir ve li Karîbîkê û Pasîfîkê bi navê "Operasyona li dijî narkotîkê" kampanyayeke leşkerî ya berfireh dimeşîne. Gelek keştî û balafirên şer li herêmê hatine bicihkirin. DYE bêyî ku delîlekê pêşkêş bike, bi îdîaya ku narkotîk bi wan re heye 20 êrişên hewayî li ser keştiyan kir. Di van êrişan de bi giştî 76 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyê din CBS Newsê diyar kir ku fermandarên DYA'yê yên payebilind diyar kir ku gelek alternatîfên cuda yên leşkerî li hemberî Venezuelayê pêşkêşî Trump hatine kirin û êrişên leşkerî jî yek ji wan e.

Artêşa Venezuelayê jî roja Sêşemê diyar kir ku li seranserê welêt "Li dijî emperyalîzma Amerîkayê" dest bi bicihkirina leşkerî ya girseyî kiriye.

Heman rojê keştiya balafiran a herî pêşketî ya DYE'yê gihîşt peravên Latîn Emerîkayê. Rêveberiya Karakasê îdia dike ku Washington “bazirganiya narkotîkê dihe bahane” û guhertina rejîmê ferz dike, dixwaze dest dayne ser petrola welêt.