Li Almanyayê êrişek çekdarî hat kirin

Li bajarê Stade yê Almanyayê êrişeke çekdarî pêk hat. Di êrişê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Almanyayê êrişek çekdarî hat kirin
29 hezîran, 2026   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Stade yê ser bi eyaleta Saksonya Jêrîn ê Almanyayê ve êrişek çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyan di êrişê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da. 

Hat ragihandin ku piştî bûyerê kesek hatiye binçavkirin.

Hîna agahiyên berfireh li ser êrişê nehatine girtin.