Li Aliyan hilberîna ceh baş e, lê cotkar ji bihayê bêzar in

Li herêma Aliyan a Çilaxayê çinîna cehê dewam dike, bi hevrûkirina salên borî re hilberîn baş e. Lê kêmbûna bihayê kirîna ceh li sûkên herêmê bandor li kêfxweşiya cotkaran kir û aciz kir.

Li Aliyan hilberîna ceh baş e, lê cotkar ji bihayê bêzar in
6 hezîran, 2026   06:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li herêma Aliyan a gundewarê bajarê Çilaxa yê Cizîrê xebatên çinîna ceh dewam dikin. Her hêktarek di navbera 20 heya 30 tûrî de berhemê dide, li hin zeviyan jî heta 37 tûr berhem da.

Ji destpêka Hezîranê ve dest bi çinîna mewsima ceh, kemûn, gijnîş û nîska bû. Cotkaran ji ber berhema îsal ku baraneke zêde bariya kêfxweş in ku tawîzên salên borî bidin.

Lê xweşbîniya cotkaran bi destpêka çinînê re rastî kêmbûna bihaya kirîna ceh li sûkên herêmî hat. Her tonek ceh di navbera 180 heya 220 dolarî de ye. Lê beriya destpêkirina çinîna îsal her tonek bi 400 dolarî dihat kirîn.

Cotkaran diyar kir ku ev paşketina mezin a bihayan ne ligorî mezinahiya hilberînê û lêçûnan e, ev biha ne qezenceke adilane ye û lêçûnên li ser mewsimê kirine dernaxin.

Hejmarek ji cotkaran bi bîr xist ku kêmbûna bihayê li hejmara sînordar a bazirganên li sûkan vedigere, berhem bi bihayekî kêm tê kirin, tê depokirin û di dema çandinê de tov biha tê firotan. Ev hemû ji ber nebûna mekanîzmayên çavdêriyê ku tevgera sûkan dîsplîn bikin e.

Cotkaran da zanîn ku nebûna destwerdana aliyên têkildarî ji bo kirîna ceh an jî vekirina deriyê hinardekirinê rê dide bazirganan ku bihayan kontrol bikin û şertên xwe li wan ferz bikin.

Di heman demê de hebûna rûberên berfireh ên çêrgehên xwezayê di îsal de xwesteka sewalvanan a kirîna ceh di wextê heyî de pir kêm kiriye, ev jî bandorê li bihayê kirînê dike.

Di gera li zeviyên gundewarê Çilaxayê de, ajansa me bi cotkar Enes Hesen Omer ê ji gundê Al Qaws re civiya, ku çavdêriya çinîna cehê li ser zeviyek 40 donimî dikir û bi qasî 30 tûr ji her hêktarî berhem bi dest xist.

Omer da zanîn ku mewsima îsal ji aliyê berhemdana salên borî ve pir baş e, lê bihayên kirînê cotkar ji sûdê mehrûm kirin.

Omer got, "Ligel hilberîn baş e, lê em di rewşeke bêzariyê de ne. Ji ber ku bihayê tonekê ji 180 heya 220 dolar e û beriya çinînê bi 400 dolarî bû. Ev paşketina mezin bandoreke neyînî li cotkarên ku li bendê bûn zirarên berê telafî bikin."

Di dewama axaftina xwe de Omer got: "Nebûna rola aliyên eleqedar di çavdêriya sûkan an jî kirîna berheman an jî vekirina deriyê hinardekirinê de rê da bazirganan ku sûkan kontrol bikin û bandorê li bihayan bikin. Digel van rewşan de cotkar neçar dibin ku berhemê xwe bifiroşin da ku lêçûnên çandinî û çinînê telafî bikin."

Cotkaran hişyarî li ser berdewama kêmbûna bihayan û nebûna piştgiriyê da û got dibe ku bi vê yekê re cotkar rûberên çandiniyê yan jî çandina ceh di mewsimên bê de kêm bikin.

(fr)

ANHA