‘Kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ bûye gerdûnî’

Ronahî Hesen diyar kir ku kampanyaya "Em hemû YPJ ne YPJ hebûna me ye" bûye gerdûnî û got heya statuya YPJ‘ê wekî hêzeke leşkerî ya xweser a jinan were qebûlkirin dê têkoşîna wan bidome.

‘Kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ bûye gerdûnî’
6 hezîran, 2026   04:50
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Pêkanîna peymana 29‘ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hîna temam nebûye. Naskirina statuya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di sazûmaniya Wezareta Parastinê de hîna yek ji dosyayên asêmayî ye. 

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Rojava bi armanca ku statuya YPJ‘ê were qebûlkirin, di 26‘ê Nîsanê de kampanyaya bi dirûşma "YPJ hebûna me ye, em hemû YPJ ne" da destpêkirin. Di çarçoveya kamanyayê de ku hîna dewam dike, çalakî tên lidarxistin.

Der barê mijarê de berdevka Komîte û Lihevkirinên Siyasî ya Kongra Star Ronahî Hesen ji ajansa me re axivî.

Ronahî Hesen diyar kir ku hikumeta demkî ji dema ku bû desthilatdar rola jinan paşguh kiriye û statuya YPJ‘ê wekî hêzeke leşkerî red dike.

Ronahî Hesen berxwedana YPJ‘ê nirxand û got: "YPJ‘ê bi salên dirêj têkoşîn kir, jin, zarok û gel ji hovîtiya DAIŞ‘ê rizgar kirin. YPJ‘ê mohra xwe li Şoreşa Rojava xist, li ser vê yekê jî em qebûl nakin ku mafên YPJ‘ê neyên mîsogerkirin. Em dixwazin were fêmkirin ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê di heman demê de hêzeke mirovî û ewlehî ye. Divê di çarçoveyeke îdarî de an bi şertan de sînordar nemîne. Me jî li ser vî esasî kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne, YPJ hebûna me ye‘ ragihand."

Ronahî Hesen der barê kampanyayê de jî ev tişt anî ser ziman: "Kampanya ji çalakiyên xwecih veguherî tevgerek jinan û ya gel ku li herêmên Rojhilata Navîn, Ewropa û beşên din Kurdistanê belav bûne. Ji rola ewilî ya ragihandina kampanyayê ve, meş hatin lidarxistin, daxuyanî hatin dayîn û çalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin. Her wiha wêneyên şervanên YPJ‘ê hatin daliqandin. Panel û komxebatên diyalogan bi mijarên rola YPJ û xweseriya wê û bingehîn qanûnî yên girêdayî wê hatin lidarxistin. Ji destpêka kampanyayê asta piştgiriya gel a bi YPJ‘ê re derket holê. Gel û Jinan bi zelalî helwesta xwe nîşan dan û gotin, eger YPJ‘ê tunebaya, jin bi giştî di hikumetê de nedihatin qebûlkirin. Bi hebûna YPJ‘ê, wê hebûna jinan bi giştî di hikumeta hikumetê de misoger be.”

Ronahî Hesen bi bîr xist ku jinên ji Siwêdayê û peravê jî, rêxistin, çalakvan û parêzerên ji Şamê jî bi nameyên xwe û beşdariya xwe ya bi rêya bernameya Zoomê peyama piştgiriya YPJ‘ê dan.

Ronahî her wiha îşaret pê kir ku ji Lubnan, Fas, Tûnis, Yemen, Filistîn, Misir û Cezaîrê peyamên piştgiriya YPJ‘ê hatin dayîn û diyar kir ku jinan di peyamên xwe de diyar kir ku hebûna hêzeke leşkerî ya parastina maf û hebûna jinan divê ne tenê li Rojava, lê li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê hebin.

Ronahî Hesen anî ziman ku ji Ewropayê jî peyamên xwedîderketina li YPJ‘ê hatin dayîn, di peyaman de nêrînên li ser çawaniya beşdariya YPJ‘ê di sazûmaniya artêşê de û girîngiya parastina taybetmendiyên wê hatin parvekirin. Ronahiyê got: "Ev piştgirî û xwedîderketina ji tevahiya cîhanê dibe zextek li ser hikumetê ku statuya YPJ‘ê di destûrê de qebûl bike."

Ronahî Hesen destnîşan kir ku kampanyaya dîjîtal a piştgiriya YPJ‘ê didome û jinên li Başûrê Kurdistanê jî pêşniyar kirine ku kampanyaya haştagê bi rêxistin bikin da ku dengê jinan û YPJ‘ê bi awayekî berfirehtir vede.

Ronahî diyar kir ku kampanya bi çalakiyên cuda dewam dike, di dawiyê de di encamên wê wekî name ji aliyên têkildar û hikumeta demkî re werin şandin.

Ronahî Hesen di dawiya axaftina xwe de got: "Jinên Rojava bi hêza YPJ‘ê bawer in, loma dê heya qebûlkirina wê wekî hêzeke leşkerî ya jinan a serbixwe xwedî lê derkevin.”

(bb)

ANHA