Li 7 bajaran ji bo pîrozkirina 4`ê Nîsanê çalakî tên lidarxistin

Li Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Çilax, Amûdê, Tirbespiyê û Kobaniyê rêzeçalakiyên ji bo bîranîna rojbûna Rêber Abdullah Ocalan têne lidarxistin. Ev çalakî îro dest pê dikin û dê heta 4ê Nîsanê, berdewam bikin.

Li 7 bajaran ji bo pîrozkirina 4`ê Nîsanê çalakî tên lidarxistin
1 nîsan, 2026   14:16
NAVEND NÛÇEYAN

Kongreya Star rêzeçalakiyên cûrbecûr ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, i 4`ê Nîsanê, li dar dixe. Ev çalakî dê di 1`ê Nîsanê de dest pê bikin û li hin deveran heta 4`ê Nîsanê dewam bikin.

Li Qamişlo, di 1ê Nîsanê de, ji bo zarokên şehîdan çalakiyek sembolîk hate lidarxistin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Piştî vê yekê, di 3`yê Nîsanê de li Qada Newrozê ya li Hîmo çalakiyek çandina daran tê lidarxistin. Çalakî di 4`ê Nîsanê de bi pîrozbahiyek û merasîmek leşkerî ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve li Stadyuma 12ê Adarê bi dawî dibe.

Li Girkê Legê, di 2`yê Nîsanê de saet di 11:00an de civînek mezin tê lidarxistin. Di 4ê Nîsanê de, saet di 10:00an de çalakiyek çandina daran pêk tê, piştre jî saet di 15:30an de li Navenda Hêzên Parastina Civakê pîrozbahiyek tê lidarxistin.

Li Çilaxa, di 2yê Nîsanê de saet di 10:00an de li herêma bendavê çalakiyek çandina daran tê lidarxistin. Di 3`yê Nîsanê de ji bo zarokên şehîdan pîrozbahiyek tê lidarxistin, û çalakî di 4ê Nîsanê de saet di 13:00an de bi çalakieyeke pêxistina mûman bi dawî dbe.

Li Dêrikê, di 2yê Nîsanê de saet di 9:30an de li baxçeyê Hola Konferansan çalakiyek çandina daran dê were lidarxistin. Di 3yê Nîsanê de, saet 11:00ê sibê li Projeya Jiyan a gundê Mele Mezrê çalakiyek çandina daran dê pêk were, piştre saet 14:00ê piştî nîvro li gundê Hemze Begê şahiyek dê were lidarxistin. Di 4ê Nîsanê de, saet 13:00ê piştî nîvro li Hola Navnda Perwerdeyê li Dêrikê şahiyek dê were lidarxistin.

Li Amûdê, li bajêr û bajarokên derdorê dê semîner werin lidarxistin, û di 1ê Nîsanê de li Parka Rêber şahiyek ji bo zarokan. Di 2yê Nîsanê de, saet 11:00ê sibê civînek mezin dê were lidarxistin, û piştre li Akademiya Malbatên Şehîdan çalakiyek çandina daran dê were lidarxistin. Di 4ê Nîsanê de, saet 11:00ê sibê li Hola Beylesan şahiyek dê were lidarxistin. Di 5ê Nîsanê de li dibistan û bajaran çandina daran dê berdewam bike, û di 5ê Nîsanê de ji bo zarokên şehîdan şahiyek dê were lidarxistin.

Li Tirbespiyê, di 1ê Nîsanê de li Hola Roj şahiyek ji bo zarokên şehîdan dê were lidarxistin. Di 2ê Nîsanê de, Yekîtiya Jinên Êzîdî dê li Mala Êzîdiyan civînekê li dar bixe. Di 3yê Nîsanê de, saet di 10:00ê sibê de, bi hevkariya şaredariyê, çalakiyek çandina daran dê pêk were. Çalakî dê di 4ê Nîsanê de bi şahiyek li Baxçeyê Rêber saet di 15:00ê piştî nîvro bi dawî bibin.

Li Kobaniyê, di 1ê Nîsanê de 2 çalakiyên çandina daran dê werin lidarxistin: ya yekem ji hêla Yekîtiya Jinên Ciwan ve li navenda wê û Baxçeyê 19ê Tîrmehê, û ya duyem ji hêla Desteya Jîngehê ve li Girê Miştenûr saet di 11:00ê sibê de. Di 2yê Nîsanê de, di saet 11:00ê sibê de li Navenda Baqî Xido şahiyek ji bo zarokên şehîdan dê were lidarxistin, piştre di saet 2:00ê piştî nîvro de li heman cihî şevek muzîkê dê were lidarxistin. Di 4ê Nîsana 2026an de karwanekî otomobîlan dê ber bi gundê Ablur ve bi rê bikeve û li wir pîrozbahiya sereke wê saet 12:00ê nîvro dest pê bike.

(k)