Li 3 navendan rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin

Li kantona Firatê li 3 navendan bi boneya 4’ê Nîsanê şahî û pêşangeh hatin lidarxistin.

1 nîsan, 2024   16:01
KOBANÊ

Çalakiyên bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, dewam dikin. Li navçeya Sirînê ya kantona Firatê bi dirûşma " Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" şahiyek hat lidarxistin.

Di şahiyê de ku bi sedan zarokên şahîdan tev lê bûne, dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

TIL XEZAL

Li bajarokê Til Xezalê yê bi ser navçeya Şêranê ve jî şahiya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Di şahiyê de, govend û stran hatin gotin û nirxandinên Rêber Ocalan jî hatin guhdarîkirin.

PÊŞANGEHA WÊNEYAN

Her wiha li Qada Jina Azad a Kobanê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve pêşangeha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hat lidarxistin.

(sş)

ANHA