Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve

Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Federasyona Werzîşê ya Helebê di çarçoveya rêzeçalakiyên 4’ê Nîsanê de Çaremîn Festîvala Amara li dar dixin.

Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
Çaremîn Festîvala Amara li dar dikeve
1 nîsan, 2024   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Federasyona Werzîşê, Çaremîn Festîvala Amara bi dirûşma “Bi ruhê şehîdan em ê şoreşa çandî pêk bînin û mîsoger bikin” li dar dixin.

Festîvalê li Stadyûma Berxwedana Şêxmeqsûd a li herêma Şeqîf dest pê kir û endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Kongra Star û komên ciwanan beşdar bûn.

Festîvalê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre rêvebera Federasyona Werzîşê ya Helebê Mecdolîn Îbo axivî û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir.

Çalakiyên mîhrîcanê bi pêşkêşkirina performansên werzişî berdewam dikin.

Festîval dê 2 rojan bidome û sibe li Meydana Goristanê ya li taxa Şêxmeqsûdê, pêşandanên govend û folklorê dê pêk bên.