‘Bûyerên li peravê û Siwêdayê kêmbûna baweriya bi medyayê aşkera dikin’

Rojnamevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şopandina bûyerên li peravê û Siwêdayê diyar kir ku birîna dengê qurbaniyan ji bo axaftina rayedaran, binpêkirina exlaqê rojnamevaniyê ye û got “Divê ragihandineke azad û bêalî hebe ku rastiyê ji meydanê ragihîne û ji bo veguhastina dengê mexdûran xizmetê bike.”

‘Bûyerên li peravê û Siwêdayê kêmbûna baweriya bi medyayê aşkera dikin’
1 tebax, 2025   06:15
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Rojnamevanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî bûyerên li herêmên perava Sûriyeyê û Siwêdayê rû dane ku di encamê de bi hezaran kes bûn qurbanî, her wiha şopandina van bûyeran ji aliyê medyaya cîhanê û ya erebî ve, ji ajansa me re axivîn.

Rojnamevan Evîn Yûsif ji ber nebûna hevsengiyê û bêalîtiyê di şopandina bûyrên li perav û Siwêdayê rexne li medyaya erebî û cîhanî kir. Evîn da zanîn ku ev nêzîkatî jî piştrast dik ku bi awayekî aşkerayî girêdayî hesabên siyasî ku di ser rastiyan û mafên qurbaniyan re digirin.

Evînê îşaret bi vê yekê kir ku binpêkirinên mezin ên ku li Sûriyeyê, bi taybetî li deverên wekî perav û Siwêdayê rû din, bi zanebûn tên paşuhkirin.

Evîn Yûsif destnîşan kir ku hin dewlet mîna Tirkiyeyê destekê didin hin aliyên di hundirê Sûriyeyê de û bi awayekî rasterast dihêlin bûyên bên nixumandin.

Her wiha diyar kir ku wezareta navxweyî ya girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nehişt hin dezgehên ragihandinê xwe bighînin Siwêdayê û rewşê li wir bişopînin.  Evînê ev siyaset bi "Sîstematîk ku armanc jê nixumandina rastiyan " pênase kir û ev li gotinên xwe zêde kirin "Ragihandina erebî ya nêzî van aliyan jî ne tenê bêdeng e, lê di heman demê de rastiyan berevajî dike. Tevî îsbat hene ku hêzên ewlehiyê yên xwecih destên wan di sûcan de hene, lê dîsa jî hin medyayên erebî faîlên rasteqîn beraet dike."

Rojnamevan Evîn Yûsif bal kişand ser çapemeniyê rojavayî jî û wiha got: "Ew jî yekalî nebû. Tevî ku hin ajansên cîhanî û ragihandina xwecih bi awayekî diyarker şopandinek kir, lê şopandina wan lawaz bû, rastî bi temamî aşkera nekirin û aliyên ku ev kirin pêkanîne berpirsyar nedît."

Evîn Yûsif da zanîn ku divê ragihandineke azad û bêalî hebe ku rastiyê ji meydanê ragihîne û wekî pirekê ji bo veguhestina dengê qurbaniyan xizmet bike, ne wekî çekek di destê desthilatê de.

‘BÛYERÊN TRAJEDÎK BAŞ NEHATIN ŞOPANDIN’

Rojnamevan û şîrovekar Ebdulhelîm Silêman jî destnîşan kir ku lihevkirinek navneteweyî heye ku piştgiriya pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê bike û got, ev yek piştrast dike xwezaya ragihandina ku bi dosyaya Sûriyeyê re mijul dibe, xwe dispêre perspektîfên siyasî yên ku xizmeta siyaseta welatên wan dike.

Silêman diyar kir ku tevî ku agahî û belge hene jî, lê hin medyayan komkujî û binpêkirinên li dijî sivîlan paşguh dike an jî biçûk dike û got: "Di rojên dawîn de li perav û Siwêdayê komkujî hatin kirin, di encamê de jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes bûn qurbanî, lê tevî vê yekê me şopandineke li gorî tê xwestin ji aliyê ragihandina cîhanî ve nedît."

Ebdulhelîm Silêman destnîşan kir ku bêdengkirina dengê qurbaniyan li şûna vegotina rayedaran binpêkirina exlaqa rojnamegeriyê ye, her wiha got, hin dezgehên medyayê li şûna ku rastiyê bi awayekî profesyonel ragihînin, vegotinên siyasî an mezhebî ferz dikin.

Siêman îşaret bi vê yekê kir ku hin dezgehên medyayê yên cîhanî û erebî ji ber zextên siyasî an girêdana bi aliyên fînanseker re ketine nav xefika alîgirtinê û diyar kir ku ev yek jî bandorek neyînî li nûçeyên medyayê yên girêdayî mijarên mirovî yên lezgîn li Sûriyeyê mîna komkujiyên li peravê û li Siwêdayê dike.

Ebdulhelîm Silêman di dawiya axaftina xwe de got: “Ji ber nebûna vegotineke rast a der barê qurbaniyan de, kêmbûna dezgehên medyayê yên fermî, her wiha pêşketina medyaya dîjîtal û çavkaniyên ne pêbawer, pêdiviyek lezgîn a ji nû ve nirxandina karê ragihandinê ya li ser Sûriyê û dûrketina ji hesabên teng dema ku mijar mirovî ve derdixe pêş.”

(bb)

ANHA