Kurdekî di girtîgeha Îranê de jiyana xwe ji dest da

Welatiyek Kurd ê xelkê navçeya Newsud a ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, di girtîgeha rejîma Îranê de piştî êşkenceyek giran lê hat kirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Kurdekî di girtîgeha Îranê de jiyana xwe ji dest da
11 ÇILE, 2024   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeyên di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, welatiyê Kurd ê bi navê Peyman Ebdî yê ji navçeya Newsud a ser bi Kirmaşanê piştî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat girtin, ji ber êşkenceyê ket komayê û piştre jiyana xwe ji dest da.

Li gor gotina kesek nêzî malbata Peyman Ebdî, roja 9’ê Çile ji nexweşxaneya 520 a Kirmaşan ku bi nexweşxaneya Erteş tê zanîn, peywendî bi malbata Ebdî hatiye kirin û ji malbatê re gotine ku cenazeyê kurê wan li nexweşxaneyê ye, dikarin bên cenaze wergirin.

Hat gotin, bizîşkê nexweşxaneya Erteş ji malbata Peyman Ebdî re gotiye ku Peyman ji ber tiştek hişk li serê wî ketiye jiyana xwe ji dest daye.