Cezayê darvekirina jinan li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin

Cezayê "darvekirinê" li dijî du jinên hatine revandin û cezayê girtîgehê yên li dijî jinên din, hatin şermezarkirin.

Cezayê darvekirina jinan li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin
Cezayê darvekirina jinan li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin
Cezayê darvekirina jinan li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin
Cezayê darvekirina jinan li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin
Cezayê darvekirina jinan li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin
Cezayê darvekirina jinan li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin
Cezayê darvekirina jinan li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin
Cezayê darvekirina jinan li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin
11 ÇILE, 2024   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Navenda Belgekirina Binpêkirinan, dadgehên girêdayê dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî cezayê darvekirinê li dijî du jinên revandî yên di girtîgehan de, cezayê girtîgehê yê muebed li dijî 8 jinên revandî birî.

Kongra Star a Kantgona Efrîn û Şehbayê, meclisên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên kantonên Reqa, Dêrazor û Minbicê, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê, Rêveberiya Sivîl a Kantona Dêrazorê bi daxuyaniyên cuda sûcên dagirkeriyê û çeteyan ên li dijî jinên  li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Di daxuyaniya Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê de hate diyarkirin ku sûcên li herêmên dagirkirî  ji windakirina bi zorê, girtin, destdirêjî, revandin û standina fidiyê  li dijî qanûnên navneteweyî û peymanên Cinêvê ne.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku destwerdanê bikin û sûcên li dijî jinan li herêmên dagirkirî bi dawî bikin.

Li aliyekî din jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin dadgehên rewa peyda bikin.

Meclisê da zanîn ku di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî de jin di îşkence û tecawîzê re derbas dibin, mîna ku DAIŞˊê li Reqayê kiriye. Lê ev ne ji kiryarên dewleta Tirk ne dûr e, ji ber ku wê bi DAIŞ çêkir.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Minbicê jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dikin, zêde dibin û ev yek li pêş çavên civata navneteweyî pêk tên.

Meclisê aşkera kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li herêmên dagirkirî dewam dikin.

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê jî diyar kir ku tu girêdana sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan bi mirovahiyê re nîn in û di gel bêdengiya navneteweyî de pêk tên.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de anî ziman ev siyaset ne nû ne, dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe û vîna azad a jinan bişikîne.

Koordînasyonê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û sûcên li dijî şêniyên li herêmên dagirkirî pêk tên bi taybet sûcên li dijî jinan bi dawî bikin, her wiha bang li tevahî jinên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin şoreşa jinê.

Li aliyekî din jî Meclisa Kombûna jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku jin serî ji êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker re danaynin û dê ji bo azadiya xwe û azadiya tevahî jinên bindest tê bikoşin.

Meclisê bang li aliyên têkildarî kir ku li hember van êrişan bisekinin û dê li ser şopa şehîdan bimeşin û rêça azadiya bişopînin.

(fr)

ANHA