Kremlîn: Xebata koma sêalî hat rawestandin

Kremlînê ragihand ku xebata koma sêalî ya di navbera Rûsya, DYA û Ukraynayê de hatiye rawestandin, lê kanalên dualî û hevkariya aborî ya di navbera Rûsya û DYA'yê de dê berdewam bikin. Her wiha daxuyand ku hewldanên pevguhertina girtiyan di navbera Moskov û Kîevê de jî dê berdewam bikin.

Kremlîn: Xebata koma sêalî hat rawestandin
19 adar, 2026   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku xebata koma sêalî ya bi mijarên ewlehiyê yên di navbera Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Ukraynayê de hat rawestan. Lê sedemên vê rawestandinê diyar nekirin.

Peskov ji rojnameya Izvestia ya rûsî re got koma sêalî hatiye rawestandin, lê kanalên dualî hîna vekirî ne.

Her wiha îşaret pê kir ku koma dualî (Rûsya-DYA) xebatên xwe yên girêdayî mijarên aborî bi awayekî cuda didomîne û got serokê Fona Veberhênana Rasterast a Rûsyayê û nûnerê taybet ê serokê Federasyona Rûsyayê ji bo hevkariya aborî bi welatên biyanî re Kirill Dmitriev, çalakiyên xwe di vê çarçoveyê de didomîne û her komek xwedî rojeveke cuda ye.

Peskov her wiha destnîşan kir ku xebata li ser pevguhertina girtiyan di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dike.

(bb)