Hêzên Ewlekariyê 2 firoşkarên madeyên hişbir girtin

Li bajarokê Til Koçerê yê kantona Cizîrê 2 firoşkarên madeyên hişbir hatin girtin.

Hêzên Ewlekariyê 2 firoşkarên madeyên hişbir girtin
5 sibat, 2024   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîna  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarokê Til Koçerê yê kantona Cizîrê 2 firoşkarên madeyên hişbir ji aliyê Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir ve hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirkirin li gel her du firoşkaran miqdareke madeyên hişbirê û hinek alavên  din hatin dîtin û desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê,  madeyên hişbir û alavên hatine desteserkirin ev in:

16 hezar hebên captagon

1 gram madeya crystal “H-Pose”

5 telefonên destan

2 saetên dijîtal

Saeteke destan

Belgeyên motorsîklêtekan

Defeta leşkertiyê ya rejîma Şamê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku firoşkarên madeyên hişbir sewqî dadgehê hatin kirin.

(bb)