Bangên ji bo serbestberdana Silêman Ehmed dewam dikin

Rojnamevanên li Helebê xwestin rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK′ê ve hatiye revandin, dimildest were berdan.

Bangên ji bo serbestberdana Silêman Ehmed dewam dikin
6 mijdar, 2023   13:08
HELEB

Ji 25′ê Cotmehê ve rojnamevan û edîtorê beşê erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK′ê ve hatiye revandin. Bertekên li dijî revandina Silêman Ehmed û bangên ji bo serbestberdana wî dewam dikin.

Der barê mijarê de rojnamevanên li Heleb û Şehbayê li herêma Cebanat ê beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hatin gel hev û daxuyanî da.Daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî ji aliyê nûçegihanê ajansa me Mihemed Ebdo û nûçegihana Ronahî Tv Sozdar Weqas ve hat xwendin.

Rojnamevanan di daxuyaniyê de revandina Silêman Ehmed şermezar kir û got: "Em li vê dozê dinêrin wekî ku gefek li ser azadiya çapemeniya Kurd li Başûrê Kurdistanê ye. Ev yek qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina rojnamevanan, di serî madeya 19′an a danezana mafên mirovan a cîhanê, binpê dike.′′

Di daxuyaniyê de hate gotin, divê Silêman bêyî şertan were berdan ku bêyê sedemên qanûnî hatiye revandin. Her wiha diyarkirin ku PDK′ê ji rewşa Silêman Ehmed berpirs e.

Rojnamevanan di daxuyaniyê de gotin, ′′Dê bangên ji bo ′′Serbestberdana hevalê xwe Silêman Ehmed, kurê Efrînê û têkoşerê ragihandinê dengê heqîqetê berdewam bikin ta bi silametî ji cihê revandî derkeve û bêyî şertan azadiya wî misoger bibe."

(bb)

ANHA