Kongreya Daîmî ya Federaliyê êrişên li dijî Kurdan şermezar kirin

Kongreya Daîmî ya Federaliyê ji bo Lubnana Nû li hember êrişên li dijî Kurdan li Sûriyeyê nerazîbûna xwe nîşan da, êriş şermezar kirin û got "Serdema duh çû, serdema azadî, edalet û wekheviyê ye.”

Kongreya Daîmî ya Federaliyê êrişên li dijî Kurdan şermezar kirin
20 ÇILE, 2026   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Daîmî ya Federaliyê ji bo Lubnana Nû têkildarî êrişên li dijî Kurdan li Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ew binpêkirinên mafên mirovan, êriş û komkujiyên li dijî gelê Kurd red dikin. Dibe ku nezan bêjin vîna gelê Kurd têk çû û azad nabin, lê bila gelê Kurd rihet be serdema berê çû niha serdema azadî, edalet û wekheviyê ye.

Tiştê li paşperdeyê di navbera hin alavên zordarî û berjewendîpererst de pêk tên bi ser nakevin an jî berdewam nakin, şûrê rastiyê wê mîrê yekitiyê li dijî her kesê rêya azadiyê, ronahî û aştiyê bigire.”

(fr)