YRA’yê dijî êrîşên ser Ragihandina Azad kampanya da destpêkirin
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), li hemberî êrîşên li ser Stêrk TV û Medya Haber TV kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Roja 23’yê Nîsanê (2024) polîsên Belçîkayê nîvê şevê bi ser navendên Stêrk TV û Medya Haber TV de girtin. Di serdagirtina ku bêyî agahiya rêveber û parêzerên televîzyonan pêk hat de, derî û amûrên hundir hatin şikadin, kabloyên ceyran û komputuran hatin birîn û gelek komputur jî hatin desteserkirin.
Serdagirtin li gelek deverên Kurdistan û derveyi welat bi tundî hat şermezarkirin. Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina (YRJ) jî duh bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.
YRA’yê îro jî bi armanca destekdayîna herdu televîzyonan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Kampanyaya îmzeyan wê 3 rojan dom bike û îmzeyên tên komkirin dê ji raya giştî re werin eşkerekirin û pêşkêşî sazî û dezgehên ragihandinê yên navnetewî bên kirin.
Rojnamevanên dixwazin tevlî kampanyayê bibin dikarin xwe bigihînin van hejmarên whatsappê: 00963 934 154 285/00963 984 559 179
(a)
ANHA