Tecrubeyeke navneteweyî: Pirrengiya ziman dewlemendî ye

Daxwazên ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî li gorî prensîbên perwerdeyê yên UNESCO’yê ne, tecrubeyên navneteweyî yên perwerdeyê hene û li dibistanan her kes dikare bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne.

Tecrubeyeke navneteweyî: Pirrengiya ziman dewlemendî ye
12 îlon, 2026   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî biryara Wezareta Perwerdeyê (27) xwendekarên Kurd 6`ê Îlonê dest bi çalakiyan kir û derdikevin xwepêşandanan, nerazîbûna xwe tînin ser ziman û daxwaz dikin ku xwendina xwe bi zimanê kurdî bidomînin.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) girîngiyê dide fêrbûyîna gelek zimanan û bi taybet zimanê dayikê.

UNESCO di perspektîfên xwe yên nû de diyar dike ku bi fêrbûyîna gelek zimanan pirrengiya ziman û çandan tê parastin.

SÎSTEMÊN NAVNETEWEYÎ YÊN PERWERDEYÊ

Her dewletek li gorî gel û destûra xwe sîstema perwerdeyê datîne, di sîstema hinek dewletan de gelek ziman tên fêrkirin.

Mînak; li Swîsreyê 4 ziman (almanî, fransî, îtalî û romanşî) hene, ziman li gorî sîstema federal û kantonan tê birêxistinkirin. Li herêmên ku bi zimanê romanşî diaxivin, li dibistanên wan herêman di salên destpêke yên xwendinê de fêrî zimanê romanşî dikin û piştre xwendekar fêrî zimanên dîtir jî dibin.

Li Belçîkayê 3 ziman (flamanî, fransî û almanî) fermî ne û her neteweyek bi zimanê xwe dixwîne.

Li Spanyayê jî zimanê katalanî, baskî û galîsyayî fermî ne û her neteweyek bi zimanê xwe fêr dibe û xwe bi rê ve dibe.

Li Kanadayê zimanên îngilîzî û fransî li ser asta federal zimanên fermî ne, li kantona Quebecê bi zimanê frensî diaxivin û perwerde bi zimanê fransî ye lê dikarin xwe fêrî zimanên dîtir jî bikin.

Li Afrîkaya Başûr 11 ziman fermî ne, di sîstema perwerdeyê de mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe bixwîne û bi rêya bernameyan dikarin fêrî zimanên dîtir jî bibin.

Li Iraqê zimanê kurdî û erebî li ser asta federal fermî ne. Li Herêma Kurdistanê perwerde bi zimanê kurdî ye û dikarin fêrî zimanê erebî û zimanên dîtir bibin.

PIRRENGIYA ZIMAN, PERWERDE Û CIVAKÊ

UNESCO diyar dike ku zarokên bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin dibe ku zêdetir sûdê ji perwerdeyê wergirin, lê dema ji temenê xwe yê biçûk zimanekî dîtir bixwînin, dibe ku zehmetiyê bibînin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî xwendekar û mamosteyên Kurd daxwaz dikin ku perwerde bi zimanê kurdî be û dikarin fêrî zimanên dîtir jî bibin.

(np)

ANHA